245 gundên Bedlîsê ji ber berfê hatin girtin

13 January 2024 21:13 0 dîtin
245 gundên Bedlîsê ji ber berfê hatin girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê bi rojaye ku berf dibare û berfê rêyên 245 gundan girt. Bilindahiya berfê li nav bajêr yek metre û li bilindahiyan ji 1,5 mertê derbas kiriye.

Li bajêr erebe di bin berfê de man û xaniyên yek tebeqe di bin berfê de wenda bûne.

Ji bo vekirina rêyan, rêvebiriya taybet ya bajêr, şaredariya Bedlîsê û tîmên rêyên bejayiyê xebatên xwe yên vekirina rê dewam dikin.