Ji ber barîna berfa bê navber rêyên 160 gundên Bedlîsê hatin girtin
PeyamaKurd – Ji ber barîna berfê ya du roj in bê navber berdewam dike, li parêzgeha Bedlîsa Bakurê Kurdistanê rêyên 160 gundan hatin girtin.
Şaredariya Bedlîsê, bi 52 wesayîtên vekirina rê li gel 75 karmendên şaredariyê, li 9 navçeyên ciyawaz rêyên ku ji ber berfê hatine girtin vedikin.
Berpirsên Şaredariyê amaje bi berdewamiya helmeta paqijkirina rêyan dikin û tekeziyê li ser wê dikin ku berfbarîn berdewam e û ev jî astengiyê li ber xebatên wan pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin