Li bajarê Hakkariyê berfê rêyên 86 gund û 177 mezrayan girt

13 January 2024 19:40 0 dîtin
Li bajarê Hakkariyê berfê rêyên 86 gund û 177 mezrayan girt

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Hakkariyê ji ber barîna berfa zêde rêyên 86 gund û 177 mezrayan hatin girtin. Tîmên vekirina rê dixebitin da rêyan vekin.

2 roje ku li herêmê berf dibare û li navça Geverê qaliniya berfê gihaye nîv metreyi û li ciyê bilind ji metreyekî derbas bûye. Ji duhî êvarê de tenê li Geverê 62 gundên Geverê, rêyên wan hatin girtin.