Wan | 5 kolberên di bin asîtê de mabûn hîn nehatine dîtin
PeyamaKurd – Ji bo 5 kolberên ku li sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê du roj berê di bin aşîta berfê de mabûn, ji ber şertên xirab ên hewayê bi zehmetî lêgerîn tê kirin ku hêj nehatine dîtin.
Xizmên wan kolberan ji bo dîtina kolberên aşît bi ser wan de hatiye banga alîkariyê dikin.
18ê Çileyê li mezraya Dirîşkê ya girêdayî Gundê Xaşkanê ya li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ya navçeya Elbak a Wanê aşît bi ser kolberên Kurd de hatibû xwar.
Ji 9 kolberên di bin aşîtê de mabûn, 4 kesan bi derfetên xwe rizgar bûne ku 5 kolber hê jî winda ne û ti agahî ji wan nîne.
Navê kolberên di bin aşîtê de mane; Molaî Hudaî, Firat Hudaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî ne.
Hat ragihandin ku tîmên rizgarkirinê ji ber şertên giran ên hewayê nikaribûn biçin cihê bûyerê daku xebatên xwe yên rizgarkirinê bikin.
Herwiha Walitiya Wanê jî piştî bûyerê ragihandiye ku wan êkîbên AFAD û ÛMKEyê şandine heremê lê ekîb rastî aşîtê nehatine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin