3 kolberên winda 20 roj in hîn nehatine dîtin

02 February 2022 19:10 0 dîtin
3 kolberên winda 20 roj in hîn nehatine dîtin

PeyamaKurd – 3 kolberên Kurd ên xelkê devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiye ku dema derbasî Bakurê Kurdistanê dibûn, winda bûbûn ev 20 roj in nehatine dîtin, çarenivîsa wan nediyar e.

12ê Çileya 2022yan 3 kolberên Kurd yên xelkê gundê Bawa yê devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiye dema dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, li Geliyê Bênar ê navbera sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê winda bûbûn.

Li gorî zanyariyan li cihê bi navê Bêwezîr ê tê de derbas dibûn aşît hatiye û dibe ew kolber di bin aşîtê de mabin, lê heta niha ji bilî lêgerînên gundîyan û malbatê ti xebatek ji bo dîtina wan nehatiye kirin.

Herwiha Pasdarên Îranê jî nahêlin kesûkarên wan kolberan ji bor rizgarkirina wan derbasî cihê lê winda bûne bibin ku tenê oja Sêşemê Pasdaran destûr daye 7 kesên bizavkarên mafên mirovan serdana cihê bûyerê bikin.