Xwendekara ku li Wanê winda bûbû, hat dîtin
PeyamaKurd – Sumeyye Azîz, xwendekara ku 11 roj in li Wanê winda bûbû, hat dîtin.
Sumeyye Azîz (15) xwendekara dibistana amadehiyê ye û şêniya taxa Bahçivan a navçeya Riya Armûşê ya Wanê ye, 11 roj in winda bûbû û ji wê jî tu agahî nedihat wergirtin, hat dîtin. Herî dawî roja 19ê Îlonê, ji bo ku biçe dibistana xwe ji malê derketibû û ji hingê ve tu agahî jê nedihat wergirtin.
Doh hayê malbata wê jê hatiye çêkirin ku ew hatiye dîtin.
Piştî ku polîsan hayê malbata wê jê çêkiriye ku ew hatiye dîtin, bangî malbata wê hatiye kirin ku ew biçin Birêvebiriya Ewlekariyê.
Li gorî ku hatiye gotin rewşa wê xwendekarê baş bûye.
Li aliyê din, xwendekara beşa geşedana zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş jî 5 roj in winda ye û ji wê jî tu agahî nayê wergirtin.
Xebatên lêgerîna dîtina Rojîn Kabaîşê (21) li dora zanîngehê, li kevî û nava Gola Wanê berdewam dikin ku herî dawîn cuzdan, telefon û ava ku vedixwar li keviya Gola Wanê hatibûn dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin