Cenazeyê Rojîn a ku li Wanê hat dîtin radestî malbatê hat kirin
PeyamaKurd – Cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş a 21 salî ku di 27ê Îlonê de li Wanê wenda bû, li qeraxa Gola Wanê hat dîtin û cenaze piştî otopsiyê radestî malbatê hat kirin.
Cenazeyê xwendekara Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYÛ) Kabaiş ê ku ji hevalên xwe re got ku ew ê ji bo komkirina keviran biçe peravê, ji 27ê Îlonê û vir ve careke din agahî jê nehat girtin, li Taxa Mollakasim a navçeya Tuşbayê li qeraxa Gola Wanê hat dîtin.
Piştî ku ji rewşê hat agahdarkirin ekîbên Midûriyeta Polîsan, AFAD, Cendirmeyan û Fermandariya Koma Gola Wanê ya Ewlehiya Peravê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Cenazeyê Kabaiş piştî lêkolînên ku ekîbên li cihê bûyerê kirin ji bo otopsiyê bi wesayîta cenaze birin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.
Nîzamettîn Kabaiş û xizmên wî yên ku ji ber wendabûna keça wî xemgîn bûn, dema li ber Saziya Tipa Edlî ya Wanê rawestiyan, hêsîrê xwe negirtin.
Çi qewimî?
Cenazeyê xwendekarê Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYÛ) Kabaiş ê ku ji hevalên xwe re gotibû ku ew ê ji bo berhevkirina keviran biçe peravê, ji 27ê Îlonê û vir ve careke din agahî jê nehat girtin, doh li qeraxa Gola Wanê ya li Taxa Mollakasim a navçeya Tuşbayê ye hat dîtin.
Mehmet Emîn Anka ê ku cenazeyê Kabaiş ê bêcan dît û agahî da ekîban jî diyar kir ku dema li peravê dimeşiya ferq kiriye.
Anka got, "Ji bo avdana bexçe saet 10.00an hatim vir. Paşê em bi hevalê xwe yê cerdevan re daketin bejê. Dema cerdevan basketbolê tamîr dikir ez ber bi qeraxê ve hatim. Dema min li qeraxê mêze kir, tiştekî mîna cesedê mirî hebû, min nîşanî hevalê xwe yê cerdevaniyê da.
Nobedarê sîteyê Oktay Aycan jî got, "Mehmet Emîn Anka ku li sîteyê dixebitî, avdan dikir. Got ez ê destên xwe bişom. Di vê navberê de got, li qeraxê tiştekî mîna cesed heye. Dema me nihêrî, me dît û fêhm kir ku cenaze ye. Me gazî cendirmeyan kir."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin