Termê 53 noqvanên winda bûbûn hatin dîtin

25 April 2021 19:11 0 dîtin
Termê 53 noqvanên winda bûbûn hatin dîtin

PeyamaKurd - Li Endonezyayê termên 63 noqvanên ku di nav ava deryayê de winda bûbûn, piştî lêgerîna 3 rojan hatin dîtin.

Fermandarê Artêşa Netewî ya Endonezya Maraşal Hadî Tjahjanto bi daxuyaniyekê ragihand, keştiya noqvaniyê winda nebûye lê dema li herêma Grava Bali xwe berdida avê pirsgirêk derketiye û binav bûye.

Berpirsên artêşê ragihandin ku îro oksîjena noqvanan bidawî bûye û ji ber vê yekê hêviya saxmayîna kesên di keştiyê de bidawî bûye.

Noqvana KRI Nanggala 402 ji 21ê Nîsanê pêwendiya wê qût bûbû û keştiyên Endonezya ji bo dîtina noqîvanê ketibûn tevgerê.

Ji bo dîtina keştiya noqvaniyê 6 keştiyên şer, helîkopterek û 400 xebatkar di nav xebatên lêgerîne de cî digirtin.