Hin kolberên winda hatin dîtin: 1 mirî, 2 jî birîndar in

03 February 2020 00:39 0 dîtin
Hin kolberên winda hatin dîtin: 1 mirî, 2 jî birîndar in

PeyamaKurd – Berî du rojan 50 kolber li zozanên Serşîw ên bajarê Seqizê winda bûbûn ku îro di encama lêgerînan de çend ji wan hatin dîtin.

31ê mehê 50 kolberên ku di navbera başûr û rojhilatê Kurdistanê de karê kolberiyê dikirin, li zozanên Serşîw ên bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê, ji ber berf û bagera zêde winda bûn.

Li gorî ragihandina Kolbernewsê, di encama lêgerînên xelkê herêmê û malbatan de kolberên winda bûbûn hatin dîtin.

Di nava kolberên hatine dîtin de, kolberê bi navê Osman Fituhî ji sermayê can daye û 2 kolber jî rewşa wan giran bû ku bo nexweşxaneyê hatine veguheztin.

Hîn ne hatiye piştrastkirin ka kolberên din hemû hatine dîtin yan na. Kolbernewsê ragihandiye ku roja pêncşema hefteya borî hêzên rejîma Îranê li herêma Ûrmiyeyê du komên kolber gulebaran kirine û kolberên bi navê Welî Gundek Mela û Osman Wezîrî birîndar bûbûn.