Di malekî de 3 kes mirî hatin dîtin

13 February 2022 00:58 0 dîtin
Di malekî de 3 kes mirî hatin dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Entabê li navça Şahinbey li taxa Onurbeyê di kolana 44 an de ku di malekî de 3 kes dijiyan, demeke dirêj ji wan xeber nehat sitendin. Di malê de Behiye Özkan (65), keça wê Selma Özkan (27) û neviyê wê Yusuf Özçelik diman. Cîran ji bêdengiya wan guman kirin û telefonê dan 112 ê.

Li ser îxbarê tîmên tendursitiyê, polîs çûn ciyê bûyerê, derî şikandin û vekirin. Dîtin ku her sê kes li erdê bê tevger dirêjkirîne. Tîmên tendursitiyê kontrol kirin û dîtin ku her sê kes Behiye Özkan, Selma Özkan û Yusuf Çelik jiyana xwe ji dest dane.

Cenazeyan ji bo otopsiyê şandin Tib a Edlî ya bajarê Entabê.