Li Silêmaniyê xwisk û birayek di malê de mirî hatin dîtin

01 July 2020 11:16 0 dîtin
Li Silêmaniyê xwisk û birayek di malê de mirî hatin dîtin

PeyamaKurd - Li gor çavkaniyên xwecîhî, li bajarê Silêmaniyê efserekî asayişê û xwişka xwe, di mala xwe de mirî hatin dîtin.

Li gorî agahiyan, do li taxa Girdê Coge ya Silêmaniyê, efserekî pilebilind yê asayişê û xwişka xwe di mala xwe de mirî hatin dîtin.

Ji ber cîranên wan pê hisiyabûn ku tiştek bi serê wan hatiye, hêzên asayişê agahdar kiribûn û hêzên asayişê jî termên wan ji mal derxistibûn.

Heta niha nayê zanîn ew efserê asayişê û xwişka wî ji ber çi û çawa can dane. Herwiha polîsan jî ti agahî nedane.