Li bajarê Silêmaniyê teqîn çêbû:4 mirî û 9 birîndar
PeyamaKurd – Ber destê êvarê siet di 19.45an de, li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li taxa Kazîwe bi sedema teqînekê hinek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Heya niha gelek kes di bin enqazan de mane. Berdevkê polîsê Silêmaniyê ragihand ku teqîn ji ber sîstema LPG ê ye.
Teqîn, di xaniyekî 3 qat de çêbûye, xanî bi temamî hilweşiyaye û di bin enqazêde gelek kes mane. Di dema teqînê de mêvanên malê hebûne û mal qelebalix bûye. Şahidekî bûyerê ragihandiye ku ji bin enqazan cesedê yekî derxistine û çend kesan bi birîndarî rizgar kirine û dibe ku 20 kes di bin enqazan de mabin.
Rêvebirê rewşa lezgîn yê Silêmaniyê weha gotiye:
“Me 12 an 15 kesan bir nexweşxanê. Di bin enqazê de gelek kes hene. Ez rewşê baş nizanim. Lê 3 xanî zerarê dîne û tankeka gazê bûye sedema teqînê.”
Parêzgerê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir, ragihandiye ku di teqînê de 4 kes mirine, 9 kes birîndarin û di bin enqazan de hinek kes mane.
Li ciyê teqînê gelek erebe ji teqînê zerarê dîne û ji bilî xesara canî ya maddî jî gelek çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin