Li bajarê Silêmaniyê teqînek çêbû: Birîndar hene

20 October 2022 13:01 0 dîtin
Li bajarê Silêmaniyê teqînek çêbû: Birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Silêmaniyê li ber navenda dayîna vîzeya Tirkiyê teqînek çêbû.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de hejmarek kes birîndar bûne.

Herwiha hat eşkerekirin, hêzên ewlehiyê lêkolînan dikin û rê nadin rojnamevan derbasî cihê bûyerê bibin.

Zanyarî destnîşan dikin, teqîn li ber navenda dayîna vîzeya Tirkiyê rû daye.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed jî eşkere kiriye, di destpêkê de hêzên polîs çûne cihê bûyerê, lê pişt re hêzên ewlehiyê hatin û ji wan re gotin ku ev bûyereke ewlehiyê ye û ew lêkolînê dikin.