Li nahiya Xelekan a Bajarê Silêmaniyê, mînîbusekî wergeriya: 1 mirî û 11 birîndar hene

10 August 2024 17:36 0 dîtin
Li nahiya Xelekan a Bajarê Silêmaniyê, mînîbusekî wergeriya: 1 mirî û 11 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Silêmaniyê li nahiya Xelekanê di encama wergerîna mînîbûsekî de, ajotvan jiyana xwe ji dest da û 11 kes birîndar bûn. Seroktabîbê nexweşxana Xelekan Malband Hamad, li ser qezayê ji Rûdawê re gotiye:

“Îro seet di 11.30an de di navbera gundên Bestana û Badawan de qeza çêbû û agahî dan me. Di mînîbusa wergeriya de 14 rêwî hebûn. Mixabin 11 rêwî birîndar bûn û ajotvan can da. Rewşa çend birîndaran nebaşe.

Em ê birîndaran neqlî nexweşxanên Silêmaniyê bikin. Li ser rêya navborî gelek caran qeza dibin û divê hukumet çareyekî ji rê re bibîne.”