Efrîn | Di sê rojan de 19 kes hatin revandin: Ji bo berdana xwisk û birayekî pere dixwazin

17 August 2021 20:41 0 dîtin
Efrîn | Di sê rojan de 19 kes hatin revandin: Ji bo berdana xwisk û birayekî pere dixwazin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku xwişk û birayek ji gundên Çelemê yê navçeya Cindirês a Efrînê ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatin revandin. Bi revandina her du kesên dawî re tenê di nav sê rojan de 19 kesên sivîl hatine revandin.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan (SOHR) ragihandiye ku çekdaran her du xwişk û bira bi hinceta ku berê têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûye revandine.

SOHRê herwiha bêyî miqdarê wê diyar bike daye zanîn ku çekdaran li beramberî berdana wan pere ji malbatê dixwazin.

Li aliyê din çekdarên bi navê Polîsên leşkerî jî 3 kes ji gundê Memilo yê navçeya Mabata revandine.

Berî du rojan jî li navenda Efrînê 2 jin û ji gundê Qurt-qulaqê û 12 sivîlên din ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatine revandin