Li Efrîn û Girê Spî di 10 rojan de 18 Kurdên sivîl hatin revandin

10 January 2021 14:31 0 dîtin
Li Efrîn û Girê Spî di 10 rojan de 18 Kurdên sivîl hatin revandin

PeyamaKurd – Navenda Belgekirina Binpêkirinan a li Rojavayê Kurdistanê, ragihand ku li bajarên Efrîn û Girê Spî di nav 10 rojan de 18 kes hatine revandin ku 3 ji wan zarok in û 4 jin in.

Hûrgiliyên revandinên 10 rojan ên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê tomar kirine wiha ne:

Roja 1 Çile li navçeya Şêrawa ya Efrînê welatiyek ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve  hatiye revandin.

Roja 2yê Çile her navçeya Reco ya Efrînê welatiyekî din ji aliyê komên çekdar ve hatiye revandin.

Roja 3yê Çile malbateke 4 kesî li Cindrêsê, malbateke din ya 4 kesî li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin.

Roja 6ê Çile, 6 kes ku 2 ji wan jin in li Girê Spî hatine revandin.

Roja 7ê Çile. welatyekî 41 salî li Cindirisê hat revandin.

Roja 8 Çileyê jî kesekî din li Cindirisê hatiye revandin.

Bajarê Efrînê ji Adara 2018an û Girê Spî jî ji Cotmeha 2019an ve ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatine dagirkirin ku heta niha bi hezaran binpêkirinên mafên mirovan ên bi destê komên çekdar hatine tomarkirin