Efrîn | 8 welatî ji aliyê polîsê sivîl ên girêdayî Tirkiyê ve hatin girtin

17 March 2022 11:32 0 dîtin
Efrîn | 8 welatî ji aliyê polîsê sivîl ên girêdayî Tirkiyê ve hatin girtin

PeyamaKurd Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, polîsê sivîl ên girêdayî Tirkiyê, 8 şêniyên sivîl ji gundên Hîkce û Mironiyê ser bi bajarokê Şîyê girtin.

Çalakvanên xwecihî diyar kirin, roja 16ê Adarê polîsê sivîl, 8 welatî ji gundên Hîkce û Mironiyê yên ser bi bajarokê Şîyê, bi tohmeta danûstandinê li gel Rêvebriya Xweser  girtin û di nav wan de jin jî hene.

Di 15ê Adarê de jî li Efrînê, polîsê serbazî ser bi komên çekdar welatiyekî Kurd li bajarê Efrînê girtin ku xelkê gundê Babîtê bû.

Herwiha çavkaniyên xwecihî diyar kirin, roja 16ê Adarê li gundê Ciqmaqa ser bi bajarokê Racoya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar ser bi Tirkiyê ve, 60 darên zeytûnan ên welatiyê Kurd Mihemed Mûsa birrîn.