Efrîn | 3 welatî ji aliyê MÎTa Tirk ve hatin revandin
PeyamaKurd – Li gundê Dêr Sewan yê navçeya Şeraya Efrînê, 3 welatî ji aliyê MÎTa Tirk ve hatin revandin.
Li gor zanyariyan, navên wan welatiyan wiha ne: Arif Nebî Dawûd yê 32 salî, Hesen Nasan Berazî yê 23 salî û Ehmed Leyla.
Herwiha hat diyarkirin, MÎTê kesên ku revandin birin cihekî ne diyar û heta niha çarenivîsa wan neyê zanîn.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Ibrahîm Şêxo eşkere kir, dewleta qirker di meha Adarê de 85 kes li Efrînê revandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin