Efrîn | Hêzên Tirkiyê 2 welatî girtin

16 November 2022 12:04 0 dîtin
Efrîn | Hêzên Tirkiyê 2 welatî girtin

PeyamaKurd – Hêzên Tirkiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 2 welatî girtin.

Çavkaniyên xwecihî eşkere kirin, hêzên Tirkiyê roja Duşemê 14yê meha Mijdarê, li gundê Gumrûk ê ser bi nahiyeya Mabata li Herêma Efrînê, 2 welatiyên sivîl bi tometa ku kar ligel Rêveberiya Xweser a berê dikir, girtine.

Heman zanyarî diyar dikin, welatiyê bi navê Muhyedîn Hemdûş Ibrahîm (47 salî ye) û birayê wî Ebdulrehman Hemdûş Ibrahîm (49 salî ye), li mala xwe bûn, li ser destên hêzên Tirkiyê, hatin girtin û veguhestin bo navenda nahiyeya Mabata.