Efrîn | Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 5 welatî girtin
PeyamaKurd – Li herêma Efrînê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 5 welatî bi tohmeta ku bi Rêveberiya Xweser re kar kirine, girtin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kiriye, çekdarên koma bi navê Feyleq Elşam, 15ê Tebaxê, ciwanek û xwişka wî girtine.
Ew her du ciwan xelkên gundê Celemê yên ser bi Cindirêsê ve ne û bi tohmeta ku ew berê di nav refên hêzên Rêveberiya Xweser a Efrînê ya bi navê Erkê Xweparastinê de bûne, hatine girtin.
Çekdaran li beramber berdana wan her du kesan, daxwaza pereyan ji malbatên wan kirine.
Herwiha polîsên serbazî û koma bi navê Mihemed El-Fatih, di heman rojê de 3 welatiyên ji gundê Meimelo yê li nahiyeya Mabata ya Efrînê bi tohmeta karkirina li gel Rêveberiya Xweser girtine.
Li gor agahiyan, roja din çekdaran yek ji wan girtiyan li beramber hezar dolarê Amerîkî berdaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin