Efrîn | 3 welatî ji aliyê komên girêdayî artêsa Tirkiyê wê hatin revandin
PeyamaKurd – Li Efrînê 3 welatî ji aliyê komên girêdayî artêşa Tirkiyê ve hatin revandin û aqûbeta wan nayê zanîn.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, koma bi navê Feyleq El Şam ku girêdayî Tirkiyeyê ye, welatiyê bi navê Luqman Îbrahîm Hesen ê ji gundê Meydana yê Raco ya Efrînê revandin û birin cihekî nediyar.
Herwiha çavkaniyan da zanîn, dewriyeyeke hevbeş a îstîxbarata Tirkiyeyê û koma bi navê Polîsên Leşkerî jî birayên bi navên Hesen Qere (55) û Hisên Qere (60) ên ji gundê Mosako yê Racoyê bi hinceta ku beşdarî merasîma şervanên YPG/YPJê bûne, girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin