Efrîn | Bavekî li aqubeta du kurên xwe pirsî ji aliyê MÎTa Tirkî ve hat girtin
PeyamaKurd – Li Efrînê bavekî li aqubeta du kurên xwe yên revandî pirsî, ji aliyê MÎTa Tirkî ve hat girtin.
Li gor hat ragihandin, dewleta Tirk beriya hefteyekê welatiyê bi navê Ednan Bekir ê ji gundê Baf-lor ê navçeya Cindirês ya Efrînê revandine.
Herwiha hat zanîn, Ednan ji bo li aqubeta du kurê xwe yên revandî yên binavê Amir û Ednan bipirse serî li saziyên ewlehiyê yên li Stenbolê daye û li wir ji aliyê MÎTê ve hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin