Efrîn | Pîrejina 80 salî kustin û 4 kurên wê jî revandin
PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê, ragihand ku çekdarên koma Lîwaya Weqas a girêdayî Tirkiyê 18ê Nîsanê pîrejneke 80 salî ya bi navê Fatîme Îbrahîm Kine kuşt.
Li gorî daxuyaniya rêxistinê Fatîme Îbrahîm Kine hevjîna Sebrî Tane ye û xelka gundê Hîkce yê girêdayî navçeya Cindrêsê ye.
Rêxistina Mafên Mirovan li ser bûyerê ev agahî dan:
Di wê demê de ku zaroyên Fatmayê çûbûn karê rezê tirî û zeytûnan bikin; Ew çekdar bi armanca dizîna zêr û xişlan çûbûn ser mala Fatmayê û Fatma xeniqandibûn.
Dema zarok vedigerin mal dayika xwe dibînin li ser kursîyê hatîye kuştin û nîqaşên xeniqandinê bi eşkere li ser gerû ya wê heye û şûna birînan li pîyên wê hene ji encam rakêşana wê ji jûrê bo baxeçeyê malê.
Piştî belavbûna nûçeya kuştina Fatmayê, çekdarên wê Lîwayê her çar kurên Fatmayê revandin daku behsa wê bûyerê nekin. Her çar kurên hatine revandin, Mehemed 60 salî, Henan 45 salî, Fewzî kurê Mehemdî 25 salî û Fewzî 55 salî ye.
Li gorî ragihandina rêxistinê herwiha çekdarên wê lîwayê ligel revandina van çar kurên Fatmayê hejmareke jinan jî revandine bi hinceta ku lêkolînê ligel wan dê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin