Efrîn | 'Zilamê 57 salî li nexwesxanê hat kustin û organên wî hatin dizîn'

29 November 2020 16:42 0 dîtin
Efrîn | 'Zilamê 57 salî li nexwesxanê hat kustin û organên wî hatin dizîn'

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên ji Efrînê, komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve li navçeya Cindirêsê ya Efrînê zilamekî 57 salî yê ji ber sermagirtinê çûbû nexweşxaneyê hatiye kuştin û organên laşê wî jî hatine dizîn.

Çavkaniyan diyar kiriye ku Mihemed Mehmûd Îbo (57) bi sermayê ketibû lê tîmên tenduristiyê yên Cindirêsê îdia kirine ku Îbo bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketiye û ew birine nexweşxaneya leşkerî.

Malbata Îbo piştî rojekê ji bo ku rewşa wî bizane serdana nexweşxaneyê kiriye, lê çekdaran ji wan re gotiye ku ew miriye û cenaze jî radestî wan nehatiye kirin.

Heman çavkaniyan daye zanîn, artêşa Tirkiyê li nexweşxaneya leşkerî ya berê li Efrînê sivîlan bi derziyeke jehrê dikuje û organên wan jî didizin û piştre difiroşin.