Efrîn | Kalemêrekî 72 salî hat revandin û li nexwesxanê jî Kurdî hat qedexekirin
PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, kalemêrekî 72 salî hat revandin û aqûbeta wî nediyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihandiye ku çekdarên bi navê polîsên leşkerî û çekdarên Sultan Murad ên girêdayî artêşa Tirkiyê rojek berê kalemêrekî Kurd ê bi navê Remedan Elo (Bavê Yasir) yê 72 salî ji gundê Qestelê Xedreya yê navçeya Bilbilê ya Efrînê revandin.
Rêxistinê diyar kiriye ku heya niha çarenivîsa Elo ne diyar e ku ev bûye care duyemîn Remdan Elo tê revandin.
Herwiha malpera Afrîn Postê jî daye xuyakirin ku li nexweşxaneya ‘El-Menar’ ya li Efrînê zimanê kurdî hatiye qedexekirin.
Li gorî malperê, li dijî karmendên nexweşxaneyê yên kurd jî binpêkirin tên kirin û rêveberê nexweşxaneyê yê girêdayî Tirkiyê, mûçeyên karmendên kurd nade yan jî kêmtir dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin