Li Efrînê jineke 28 salî ya dayika du zarokan hat revandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirk û komên çekdarên bi ser wê ve hatiye dagirkirin, çekdaran jineke 28 salî ya dayika du zarokan revandiye.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, çekdarê bi navên "Emin (Ewlehiya) Siyasî" ku bi fermana Tirkiyê li bajarê Efrînê dixebite, welatiya bi navê Ferîde Mistefa ya 28 salî ku dayika du zarokan e û ji gundê Kurka yê navçeya Mabeta revand.
Hatiye diyarkirin ku Ferîde Mistefa dema ku diçû serdana hevjînê xwe yê girtî, hatiye revandin û hevjînê Ferîde, Mihemed Ebdulqadir Sîdo yê ji gundê Brîmce yê navçeya Mabeta ji 1ê vê meha Îlonê ve li ser benda kontrolê ya ketina bajarê Efrînê hatibû revandin.
Çavkaniyan gotiye, Ferîde bi behaneya ku navê wê di lîsteya navên ku ji aliyê Tirkiyê ve tê xwestin de ye, hatiye revandin û niha ew birine cihekî nediyar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin