Li Efrînê komên çekdar yê bi ser Tirkiyê ve jineke Kurd ya 60 salî kustin
PeyamaKurd - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, jineke Kurd ya 60 salî di encama şerê di navbera komên çekdar ên Efrînê dagir kirine de şehîd bû.
Li gor çavkaniyên xwecîhî ragihand, komên ser bi artêşa Tirkiyê ve, do li nava Efrînê li ser destdanîna ser mal û dukanên Kurdên Efrînê şer kirin, çekên sivik û mamnavend jî bi kar anîn.
Herwiha li gor zanyariyan, di encama teqekirin û guleberdana di nava taxên sivîlan de, pîrejina bi navê Sebîhe Sîdo Sadiq ya 60 salî hate kuştin û neviyê wê Ciwan Omer jî birîndar bû.
Ji dagîrkirina Adara 2018an a Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, komên çekdar destê xwe danîne ser gelek mal û milkên Kurdan. Gelek caran jî li ser dizî, talan û destdanîna malan, şer di navbera wan bixwe de derdikeve û Kurdên Efrînê yên sivîl dibin qurbanî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin