Li Efrînê pîrejina 74 salî bi îskencê hat kustin

06 September 2019 15:57 0 dîtin
Li Efrînê pîrejina 74 salî bi îskencê hat kustin

PeyamaKurd - Li Efrînê pîrejineke 74 salî piştî îşkenceyên giran ji aliyê komeke çekdar a artêşa Tirkiyê piştevaniya wê dike, jiyana xwe ji dest da.

Wê koma çekdar hefteya borî bi ser mala kalemêrekî Kurd de girtibû, pereyên wan dizî bûn û ew bi alaveke tuj kuştibûn û hevjîna wî jî bi îşkencê birîndar kiribûn.

Pîrejna bi navê Horîye Mihemed piştî ku ji alîyê endamên komeke çekdar ve li Efrînê berîya heftîyekê hatibû îşkencedan, ji ber xerabîya tendurisitîya wê û giranîya birînên wê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya K24ê berîya heftîyekê, li taxa eşrefîyê ya Efrînê, komeke çekdar bi ser mala kalemêrekî bi navê  Mihyedîn Oso de girtibûn ku ew û hevjîna xwe Horîye Mihemed Bekir bi tenê li malê bûn û çekdaran bi alaveke tûj li serî wî dan û ew kalemêr kuştin û hevjîna wî jî birîndar kiribûn, lê ji ber giranîya birînên wê îro wê jî jîyana xwe ji dest da.

Li Efrînê kalemêrê Kurd kuştin û kotek li xanima wî kirin