Li Efrînê welatiyekî Kurd bi îskencê hate kustin!
PeyamaKurd- Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê welatiyekî Kurd ji aliyê çekdarên hevalbendên Tirkiyê ve bi îşkencê hate kuştin. Gelek welatî jî hatin revandin.
Li gorî agahiyan, Seîd Teterê 53 salî yê ji navçeya Mabetayê berî niha ji bo xwestina pereyan ji aliyê çekdarên Fetîhê ve hatibû revandin. Lê paşî ji ber îşkenca giran, rewşa wî xirab bû û hate berdan. Piştre jî ji ber wê îşkenca giran li Nexweşxaneya Kîlîsê jiyana xwe ji dest da.
Vê carê jî çekdarên Cehpe El-Şamiye berî niha bi hefteyekê heft ciwanên gundê Ereba revandin û hê jî rewşa wan ne bellî ye. Kesên ku hatine revandin ku navên wan tên zanîn ev in: Ciwan Îbiş, Îbiş Hebeş, Welat Teşê, Xelîl Hesen û Mihemed Teter.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin