Efrîn | Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 12 sivîl êskence kirin

05 June 2021 13:59 0 dîtin
Efrîn | Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 12 sivîl êskence kirin

PeyamaKurd – Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, êrîşî navçeya Şêx El- Hedîd a girêdayî gundewarê Efrînê kirin û 12 sivîl êşkence kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirova, do çekdarên dewleta Tirkiyê, êrîşî şêniyên gundê Hekca ê girêdayî navçeya Şêx El- Hedîd kirin û 12 kes girtin û êşkence kirin.

Piştî êşkenceya giran, çekdaran sivîlên ku binçavkiribûn berdan, lê welatiyekî ku ji ber sixêf ji çekdaran re dabû nehate berdan. Sedema vê yekê jî ew e ku welatiyan destûr neda çekdaran sewalê xwe bera nava zeviyên wan bidin.