Ji Efrînê 14 kes hatin revandin û ji bo berdana wan pere dixwazin

12 January 2020 19:08 0 dîtin
Ji Efrînê 14 kes hatin revandin û ji bo berdana wan pere dixwazin

PeyamaKurd – Komên çekdar ên digel artêşa Tirkiyê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dagir kirine, dîsa bi revandina xelkê resen ê Efrînê ketin rojevê.

Tora çalakvanên Efrînê ragihand ku roja 8ê Çile koma çekdar a bi navê “Mihemed El Fatih” bi ser gundê Kurka yê ser bi navçeya Mabeta ve girtiye û 3 ji wan jin, 11 kes revandine û li hember berdana wan jî daxwaza pereyan kirine.

Navên 9 kesên hatine revandin: Xedîce Mihemed, Xedîce Hesen, Emîne Namî kêlo, Ehmed Mustefa, Esed Mustefa, Behcet Hesen, Mustefa Hesen, Behcet Muxtar, Hesen Arif

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê jî belav kir ku roja 7ê mehê koma “Polîsa Medenî” ligel îstixbarata Tirkiyê bi ser gundê Hesendêra de girt û 3 kes jê revandin, navên wan jî Mihemed Mihemed, Mehmûd Omer û Mihemed Mehmûd Reşo ne.