Balafirên bêmirov li Çemçemalê li erebeyekî xistin: 1 mirî û 2 birîndar
PeyamaKurd – Balafirên bêmirov yên Tirkiyê li navçeya Çemçemalê ya bi ser bajarê Silêmaniyê, li devera Kara Hencîrê erebeyekî kirin armanc û lê xistin. Berdevkê rêvebiriya tendursitiyê ya Çemçemalê Şerîf Rehîm ragihand ku di encamê de 1 jinekî miriye û 2 kes birîndar bûne. Şerîf Rehîm ji bo Rûdawê ragihandiye ku jinekî jiyana xwe ji dest daye û du kesên 25 û 35 salî jî birîndar bûne.
Di êrîşê de jina hatiye kuştin cesedê wê nedihat naskirin û cesed şandine tib a edlî ya li Silêmaniyê û her dû kesên din ji bo dermankirinê birine nexweşxanê. Li ser êrîşê YNK weha got:
“Polîtburoya YNK ê bombardimana ku nêzî Kara Hencîrê hatiye kirin şermezar dike. Em îhlalên sînor ku tên heya nav kezeba Iraq û Kurdistanê em gelek xerab dibînin. Em dixwazin van êrîşan rawestin. Ti sedem nabe ku bibe sedema îhlala sînoran û zerarê bide mirovên bê sûc. Em bang li hukumeta Iraqê dikin ku sînorên Iraq û Herêma Kurdistanê bi mafên bikaranîna destûrî biparêzin.”
Di derbarê êrîşê de heya niha ji Tirkiyê ti daxwuyaniyekî nehat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin