Enqere | 5 penaberên Afxanî mirî hatin dîtin

11 November 2022 11:01 0 dîtin
Enqere | 5 penaberên Afxanî mirî hatin dîtin

PeyamaKurd – Di nav xaniyekî li navçeya Altindag a ser bi Enqereya paytexta Tirkiyê de, 5 penaberên Afxanî mirî hatin dîtin.

Li gor zanyariyan, li taxa Ornek a navçeya Altindag a ser bi Enqerê, di nav xaniyekî de meytên 5 penaberên Afxanî hatin dîtin ku bi kêran hatine kuştin.

Hat ragihandin, kesûkarên wan penaberan, ji ber ku çend roj in tu zanyarî ji wan wernegirtine, agahî dane hêzên ewlehiyê.

Piştî wê tîmên hêzên ewlehiyê li ser agahdarkirinê çûne cihê bûyerê û meytên wan 5 penaberan dîtine.

Herwiha tîmên tendirustiyê yên ku çûne cihê bûyerê, ragihandine ku ew penaber bi kêran hatine kuştin.