Li Diyarbekirê parêzerên kurd di mala xwe de mirî hatin dîtin

06 January 2021 19:12 0 dîtin
Li Diyarbekirê parêzerên kurd di mala xwe de mirî hatin dîtin

PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê di nav malekê de termê 3 kesan hat dîtin ku guman heye ji ber qaçaxa gazê di mal de jehrî bûne û mirine.

Hat zanîn ku li navçeya navendî Yenîşehîr a Diyarbekirê di malekê de 3 kes bi awayeke mirî hatine dîtin ku yek ji wan parêzer Omer Baran, hevjîna wî Mekiya Baran û parêzerê stajer Mahsun Akbaş in.

Serokê Baroya Diyarbekir Cîhan Aydin daye xuyakirin ku guman heye ew her sê kes ji ber qaçaxa gaza siruştî bi jehrî ketine û mirine, lê ew ji bo piştrast bibin ji sedema mirina wan li benda otopsiyê ne.

Hat zanî mala ku termê wan hatiye dîtin, wekî buroya hiqûqê ya wan parêzan bû û li wir lêkolîn hat kirin.