Dihok | Jin û mêrekî ji Rojavayê Kurdistanê li mala xwe mirî hat dîtin

07 November 2024 15:32 0 dîtin
Dihok | Jin û mêrekî ji Rojavayê Kurdistanê li mala xwe mirî hat dîtin

PeyamaKurd – Li Fayîdaya sînorê Sêmêla Dihokê, jin û mêrekî ji Rojavayê Kurdistanê ku li mala xwe mirî hatine dîtin. Pitika wan a 5 mehî sax maye. Der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gorî Tora Medyayê ya Rûdawê radigihîne, doh êvarî jin û mêrekî ji Rojavayê Kurdistanê ku Fayîdaya sînorê Sêmêla Dihokê dijîn, li mala xwe rastî êrîşê hatine û di encama êrîşê de her duyan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî çavkaniyekî ku li ser bûyerê ji Rûdawê re axiviye, di saetên serê sibehê de kesek yan kesên nasnameya wan nediyar çûne mala ku ew jin û mêrê qurbanî lê diman û êrişî wan kirine. Di encama êrîşê de jin û mêrê ji Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, pitika wan a 5 mehî jî sax ma.

Navê mêrê ji Rojavayê Kurdistanê ku bûye qurbanî Ciwan Rêzan (35) e û hevjîna wî ya navê wê nehatiye zanîn jî 30 salî bûye.

Hat ragihandin ku Ciwan çend sal berê dev ji PKKyê berdaye û vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li Feydayê bi cih bûye.

Cenazeyên van jin û mêrê qurbanî rakirine Tiba Edlî ya Dihokê û de barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.