Milyarderê Rûsî yê nêzîkî Kremlînê digel jina xwe û keça xwe mirî hatin dîtin

19 April 2022 19:43 0 dîtin
Milyarderê Rûsî yê nêzîkî Kremlînê digel jina xwe û keça xwe mirî hatin dîtin

PeyamaKurd – Milyarderê Rûsî yê nêzîkî Kremlînê Vladislav Avayev, tevî jina xwe ya ducanî Yelena û keça wan a 13 salî Maria di mala xwe de mirî hatin dîtin.

Vladislav Avayev multîmilyonerekî rûsî yê nêzîkî Pûtîn bû û yek ji rêveberên bilind ê dihat çaverêkirin bibe serokê yek ji banka herî mezin a Rûsyayê Gazprombankê bû.

Li gorî zanyariyan, li ser termên wan ên di mala wan a qata 14an de hatine dîtin de, şopên guleyan hebûne û deriyê malê jî ji hundir ve kilîtkirî bûye.

Şahidên bûyerê yên cîranên wî gotine, dibe ku ji ber dorpêçên welatên Rojava yên ji ber şerê Ukraynayê deruniya Avayev têk çû be û întihar kiribe.

Herwiha hinek kes jî dibêjin, dibe ku dijatiya şerê Ukraynayê kiribe û ji ber wê jî hatibe kuştin.

Îstixbarata Rûsî jî diyar kiriye ku her çiqas rewş wekî xwekuştinê xuya bike jî îhtimal heye hatiye kuştin û lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.