Milyarderê Rûsî ji bo 'girtin û kustina Pûtîn' 1 milyon dolar xelat danî
PeyamaKurd – Şerê Ûkraynayê ku 24ê Sibatê bi fermana Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn dest pê kiriye dewam dike û heta niha bi hezaran kuştîyên vî şerî çêbûne ku Ûkrayna hîn jî berxwe dide.
Di demeke ku hemû welatên Rojava û Amerîkayê dorpêçên tund li ser Rûsyayê û Pûtîn sepandine de, milyarderekî Rûsî jî beşdarî kerwanê bû.
Milyarderê Rûsî Alex Konanykhinê dijî şerê ku hatiye destpêkirin, ji bo kuştin û girtina Pûtîn xelateke mezin danî.
Li gorî nûçeya Newsweekê Konanykhin, li ser rûpela xwe ya Facebookê gotiye, heger serbaz û karmendên Rûsî li gorî yasayên navdewletî wekî tawanbarê şer Pûtîn desteser bikin û yan jî wî bikujin ew dê 1 milyon dolar xelatê bide wan.
Konanykhin herwiha gotiye, ew wekî welatiyekê Rûsyayê vê wek karekî ehlaqî dinirxîne û di parvekirineke xwe ya din de jî wêneyek belav kiriye ku tê de dibêje: "Lê digerin: Mirî yan jî zindî. Ji ber komkujiyên Vladimîr Pûtîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin