Ukraynayê bi 38 dronan êrîs kir, kestiyeke rûsî hate hedef girtin

05 March 2024 18:39 0 dîtin
Ukraynayê bi 38 dronan êrîs kir, kestiyeke rûsî hate hedef girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Ukraynayê bi 38 balafirên bê mirov êrîşeke biriye herêma Kirimê ku di bin kontrola Rûsyayê de ye. Herwiha keştiyeke Rûsî jî hatiye armanckirin ku xisara madî tê de çêbûye.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ragihandiye ku Ukraynayê hewl daye bi 38 balafirên bê mirov Kirimê armanc bike, lê ew dronên bombekî hatine rûxandin.

Li aliyê din Serokatiya Îstixbarata Ukraynayê ragihandiye ku keştiyeke bi navê Sergey Kotov a Rûsyayê hatiye armanc kirin.

Hat diyarkirin ku êrîş bi wesayetên deryayî ya bê mirov a bi navê Magura V5 pêk hatiye û di encama êrîşê de keştiyê Rûsî li aliyê çep û rastê xwe ve xisar dîtiye.

Ukrayna bangawazî li welatên Rojavayî jî kir ku alîkariyên leşkerî bo wan bidomînin û ji bo vê jî ew bi welatên Ewropî û Amerîkayê re di nava danûstandinan de ye.