Ji Rûsya êrîseke mezin a dronan bi ser Ukraynayê de: 1 kustî, 6 birîndar

02 March 2025 16:00 0 dîtin
Ji Rûsya êrîseke mezin a dronan bi ser Ukraynayê de: 1 kustî, 6 birîndar

PeyamaKurd - Hêzên Rûsî, şeva borî bi 79 dronan li seranserê Ûkraynayê êrîş pêk anîn ku di encamê d kesek hat kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de zêdetirî 3 salan e didome. Hewldanên Amerîkayê yên ji bo peymana agirbestê encam nedan. Rûsyayê jî cardin êrîşî Ûkraynayê kir ku agirbestê red dike.

Li bajarê Kramatorsk ê li rojhilatê Ûkraynayê, zarokekî ku sala 2006an hatibû dinyayê hat kuştin û 2 kes birîndar bûn. Li bajarê Zaporijya, êrîşê agir li avahiyeke rûniştinê xist û beşek ji banê wê herifand. Herwiha li bajarê Hmelnitski jî kesek birîndar bû.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Asmanî yên Ûkraynayê, yekîneyên berevaniya asmanî ya Ûkraynayê 63 ji 79 dronên Rûsî yên ku li deverên cuda yên Ûkraynayê êrîş kiribûn, xistin xwar.