Ukraynayê bi dronan li 3 parzûngehên petrolê yên Rûsyayê xist

23 June 2024 15:46 0 dîtin
Ukraynayê bi dronan li 3 parzûngehên petrolê yên Rûsyayê xist

PeyamaKurd – Artêşa Ukraynayê ragihand ku wan bi karwaneke dronan êrîş biriye ser 3 parzûngehên petrolê yên Rûsyayê.

Rayedarekî ukraynî ji Associated Press (AP) re ragihandiye ku wan bi karwaneke dronan li başûr 3 parzûngehên petrolê yên Rûsyayê kiriye armanc ku wan parzûngehan enerjiya hêzên rûsî yên Sîvastopolê û Fîloya Keştiyan a Derya Reş dabîn dikir.

Herwiha heman rayedarê Ukraynî gotiye, li bajarokê Yeysk ê başûr jî wan depoya navgînên asmanî yên Îranê ên bi navê Şahid ên rûsî xistiye û di encamê de gelek teqîn tê de çêbûne.