Li Rûsyayê bi dronan li rafîneriyên petrolê xistin: 8 birîndar hene

13 March 2024 22:30 0 dîtin
Li Rûsyayê bi dronan li rafîneriyên petrolê xistin: 8 birîndar hene

PeyamaKurd - Li Rûsyayê li bajarên Rostov û Ryazanê ku dikevin ser sînorê Rûsya-Ûkraynayê û li Belgorodê bi dronan êrîş birin ser rafîneriyan, di rafîneriyan de şewat derket û 8 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Ryazanê şewata ku derket tîmên rewşên lezgîn yên wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê mudaxele kir û di encamê de 3 kes birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxanan û rewşa wan başe. Kes êrîşê negirtiye ser xwe.

Di rafîneriyê de di salê de 12,7 milyon ton petrol tê hilberîn û petrola Rûsyayê %8 di vê rafîneriyê de tê hilberîn. Hilberîn rawestiya lê ber destê êvarê car din destpêkir.

Berdevkê serokê beşa îstîxbaratê yê wezareta bergiriya Ûkraynayê Andrey Yusov got ku tesîsa petrolê ya Novoshakhtinskyê ji bo grûbên dagirker yên li Ûkraynayê alavan amade dike û destekê dide dagirkeran. Yusof ragihand ku ne raste rast be jî wan li tesîsa navborî xistiye.