Ûkrayna bi dronan li du rafîneriyên Rûsyayê xist
PeyamaKurd – Ûkrayna li Rûsyayê bi dronan li rafîneriya petrolê ya li bajarê Tambovê û li herêma otonom ya Adigeyê xist. Di encama lêdanê de agir bi rafîneriyan ket.
Di demên dawiyê de ji bo artêşa Rûsyayê petrola xwe ji rafîneriyan temîn dike û pê li Ûkraynayê dixe, Ûkrayna rafîneriyên petrolê xistiye hedefê. Rafîneriya Ûkrayna lê xistiye ya Tambovê li başûrê Moskovaye. Parêzgerê Tambovê Maxim Yegorov bi nivîskî ragihand û îtfaiye agir vemirandiye û di êrîşê de kes nemiriye.
Her weha serokê herêma otonom yê Adigeyê Murat Kumpilov ragihand ku di encama êrîşê de şewata ku derketibû ji aliyê îtfaiyê de hatiye vemirandin û kes zerarê nediye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin