Pûtîn hisyarî da ku Rûsya dê li “navendên biryargirtinê” yê Kîevê bixe

28 November 2024 14:04 0 dîtin
Pûtîn hisyarî da ku Rûsya dê li “navendên biryargirtinê” yê Kîevê bixe

PeyamaKurd – Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn îro hişyarî da ku Rûsya hildibijêre bê dê li kîjan hedefên li Ûkraynayê bixe û dibe ku di van de “navendên biryargirtinê” yên li Kîevê jî hebin wek bersivekê li hember bikaranîna çekên rojavayî yên dûravêj ên ji aliyê Ûkraynayê ve ku li hemberî welatê wî bi kar tîne.

Pûtînê ku li paytexta Qazaxistanê Astanayê ye, anî ziman ku hilberîna Rûsyayê ya pergalên mûşekî yên pêşketî deh qat ji ya NATOyê zêdetir e û destnîşan kir ku Moskow dixwaze ku wê hîn zêdetir bike.

Herwiha Serokê Rûsyayê bal kişand ser wê yekê ku Moskowê bi şev bi 90 mûşekan û 100 firokeyên bêfirokevan li Ûkraynayê, li 117 armanc xistiye û diyar kir: “Ev bersiva êrîşên berdewam ên Kîevê ye ku li dijî xaka me bi mûşekên ATACMS ên Amerîkayê pêk tîne.”