Pûtîn hisyarî da Amerîkayê: Dê Rûsya jî heman tistî bike…
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser biryara Amerîkayê ya bi fermî vekişandina ji Peymana Hêzên Moşekên Nukleerî ya Menzîl Navîn (INF) daxuyanî da.
Pûtîn got, heger rêveberiya Washingtonê pêşxistina sîstemên nukleerî yên moşekên menzîl kin û navîn berdewam bike, ew ê neçar bimînin heman tiştî bikin.
Amerîkayê herî dawî ragihand ku 2yê Tebaxê dema ku wan ji bo vekişîna INFyê daye Rûsyayê bidawî bûye û bi fermî Amerîka ew peymana heyama Yekîtiya Sovyetê bidawî bûye.
Pûtîn li ser mijarê da xuyakirin ku Amerîkayê bi hincetên pûç peyman yekalî betal kiriye û got ku dê ev yek ji bo dinyayê xeteriyan bi xwe re bîne û berpirsiyariya wê li ser milê aliyê Amerîkîyan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin