The Defence Post: Amerîkayê hisyarî da HSDê ku bi Rûsya û Sûriyê re kar neke
PeyamaKurd – Li demeke ku di navbera Tirkiye-Rûsyayê de rêkeftina li ser dabeşkirina Rojavayê Kurdistanê hatiye îmzekirin de, hat ragihandin ku Amerîkayê jî hişyarî daye Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku bi Rûsya û rejîma Sûriyê re tevnegere.
Li gorî weşana The Defence Post a Amerîkî, rayedarê wezareta derve ya Amerîkayê li Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku niha li ser navê Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî li Washingtonê ye re hişyarî daye û gotiye ku bi rejîma Esed û Rûsyayê re tevnegerin û danûstandinê nekin.
Li gorî wî rayedarê Amerîkî ku ji Îlham Ehmed re gotiye, dê Amerîka bi temamî ji Rojavayê Kurdistanê venekişe.
Li gorî çavkaniya The Defence Post dîplomatê Amerîkî di hevdîna 22yê Cotmehê ya ligel Îlham Ehmed de hêrs bûye û gotiye divê destûr neyê dayîn ku HSD ji bo xweparastina li dijî êrîşan bi Esed û Rûsyayê re lihev bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin