Amerîkayê ji bo wêneyên Ocalan hisyarî da HSDê: Wê encamên wê hebin!

24 June 2021 18:51 0 dîtin
Amerîkayê ji bo wêneyên Ocalan hisyarî da HSDê: Wê encamên wê hebin!

PeyamaKurd – Amerîkayê li ser hildana posterên Abdullah Ocalan di xwepêşandanên herêmên jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hişyarî da HSDê.

Li gorî zanyariyan Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê David Brownstein, di mijara posterên Abdullah Ocalan de, peyameke tund daye Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û gotiye, ew çalakiyên li herêmên HSDê şaş in û hildana wêneyên Abdullah Ocalan jî wê ziyanê bigihîne hevpeymanîbûna wan.

Herwiha li gorî agahiyên ji herêmê hatine ber destê PeyamaKurdê  jî Washingtonê bi rêya balyozê Sûriyê Brownstein ji bo encamên meşandina polîtîkayên PKKê li Rojavayê Kurdistanê hişyarî daye Rêveberiya Xweser û HSDê.

Hêjayî gotinê ye, du hefte berê ji ber operasyonên ser PKKê yên Tirkiyê li nav sînorên Herêma Kurdistanê, li bajarê Qamişlo xwepêşandan hatibûn lidarxistin ku di wan meş û xwepêşandanan wêneyên Abdullah Ocalan hatibûn hilgirtin.

Amerîka û Yekîtiya Ewropa PKKê wekî rêxistineke terorî pênase dikin.