Rûsya hisyarî Amerîkayê: “Xetên sor derbas neke”

28 April 2021 01:39 0 dîtin
Rûsya hisyarî Amerîkayê: “Xetên sor derbas neke”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bo rêvebirê ajansa nûçeyan ya navdewletî Rossiya Segodnya yê bi Dmitriy Kiselev re li ser dorpêçên dawiyê yê navbera Rûsya û Amerîkayê axifî û şiroveyan kir. Lavrov ragihand ku dê Rûsya bo hewlên Amerîkayê ku xetên sor derbas bike, bertekên tund nîşan bide.

Lavrov di axaftina xwe de bertekê nîşanî dorpêçên yekalî da û weha got:

“ Me li hemberê berlêgirtina dîplomatên Rûsyayê yên li Amerîkayê, xebatên dîplomatên Amerîkayê yên li Rûsyayê kêm kir. Muxatabên me yên Amerîkayê gotin ku wê têkiliyên xwe yên bi Rûsya re ji dil û can diber çavde derbas dikin û piştî hevdîtinan wê zelal bibe.

Lê piştî wan hevdîtinan dorpêçên nû hatin. Em mecbûr man me bersiva asimetrik da wan û me berê bo wan got ku dê di encamê de weha bibe û me hişyarî dabû wan.”