5 kolberên li Wanê di bin asîta berfê de mabûn li Urmiyê sipartin axê

27 January 2021 00:50 0 dîtin
5 kolberên li Wanê di bin asîta berfê de mabûn li Urmiyê sipartin axê

PeyamaKurd – 5 kolberên ji Kurdistana Rojhilat yên di 18 ê mehê de li bajarê Wanê li navçeya Başkalê li ser sînor di bin aşîta berfê de mabûn, cenazen wan ji aliyê 100 gundiyên wan yên ji Rojhilat ku rojek berê sînor derbas kiribûn û duhî gihabûn cenazeyên her 5 kolberan, îro her 5 cenazeyan li bajarê Urmiyê sipartin axê. Dewleta Îranê û Tirkiyê bi mijarê meşxûl nebûbûn û mirovên kolberan bi derfetên xwe xwe gihandibûn cenazeyan.

Cenazeyên her 5 kolberan ji aliyê malbat û mirovên wan de hatin birin bo gundê Koranê yê bi ser bajarê Urmiyê. Kesên di bin aşîtê berfê de mabûn, Molaî Xudaî, Firat Xudaî, Bîlen Ehmedî, Yawer Eslanî û Metin Eslanî bûn. Çavkaniyekî ji bajarê Urmiyê bo tora medyayê ya Rûdawê do gotiye:

“Tevî di ser bûyera aşîta berfê de hefteyekî derbas bû, rêvebirên Tirkiyê û Îranê xebatekî baş nekirin. Îro ji xelkê gund sed kes sînor derbas bûn û bi xebata xwe cenazeyan ji bin aşîtê berfê derxistin.”

Parêzgeha bajarê Wanê berê ragihandibû ku wan li ser agahdarkirina yekîneyên sînor yên Îranê tîmên AFAD ê û UMKE yê şandine ciyê bûyerê û piştî xebatê ragihandine ku li ciyê bûyerê aşîtê berfê tine bûye.