Li Beytusebabê ajotvanê loaderê dema rê ji berfê paqij dikir di bin asîta berfê de ma
PeyamaKurd - Li bajarê Şirnexê li navça Beytuşebabê dema rêya gundê Geliyê Mamxuran (Gokçe) ji berfê hat girtin, ajotvanê loaderê İrfan Cin ku xebatkarê rêvebiriya Taybet ya parêzgehê ye, wexta rê ji berfê paqij dikir, aşîta berfê bi ser wî û loadera wî de hat. İrfan Cin bi Loadera xwe ve, di bin aşîta berfê de ma
İrfan Cin, bi telefonê rewşa xwe ji navenda banga 112an re kir, tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. İrfan Cin bi loadera wî ve, ji bin aşîta berfê derxistin. Ji bo tedbîr İrfan Cin birin nexweşxanê û xistin bin kontrola doktoran.
Li bajarê Şirnexê û navçên wê gelek rêyên gundan ji ber berfê girtîne û xebat tên kirin da rêyan ji berfê paqij bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin