Dema çekan berdidan, peyayekî û ajotvanê otobusê birîndar kirin

05 January 2024 23:37 0 dîtin
Dema çekan berdidan, peyayekî û ajotvanê otobusê birîndar kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Diyabekir a bi ser bakûrê Kurdistanê li taxa Koopetratifê li kolana Yaşar Kemal, 2 kesên ku di destên wan de çek hebûn, çekan berdidan û guleyên wan li peyayekî û ajotvanê otobusekî ketin.

Bûyer ber destê êvarê çêbû û nehat zanîn bê kesên ku çekan berdan, çima berdan lê dîmenên wan ketin ser kamereyan. Peyayê bi navê Aydın T. û ajotvanê otobusa gel Serkan A. birîndar bûn.

Tîmên lezgîn yên 112an birîndaran birin nexweşxanên Zankoya Dîcle û nexweşxana Selahaddînê Eyûbî. Hat ragihandin ku rewşa her dû birîndaran xedar e. Polîs ket pey bûyerê.